Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konseya Ewrupî Xema Xwe Ser Rewşa Medya li Tirkîyê Dîyar Dike


Thorbjorn Jagland
Thorbjorn Jagland

Sekreterê Giştî yê Konseya Ewrupî Thorbjorn Jagland êrîşa îro ya ser rojnameya Cumhuriyet rexne kir û got pêşketinên dawî li Tirkîyê cîhê xemê ne.

“Cîhê gumanê ye ku tevî hebûna rewşa awarte li Tirkîyê, êrîşa ser Cumhuriyet wek gaveke maqulane dikare were dîtin.”

Jagland herwiha xema xwe dîyar kir ku 15 dezgehên medya Kurdî bi biryara bi desthilata qanûnê hatine daxistin.

Wî bi bîr xist ku tevî hebûna rewşa awarte, divê Tirkîye berpirsîya xwe ya hember Peymana Ewrupî ya Mafên Mirovan bi cîh bîne.

“Divê, navbera kiryarên terorîstî yên hovane û azadîya dijberbûnê û rexnekirina hikûmetê, cûdekirineke zelal hebe. Azadîya raman yek jî stûnên bingehîn ya civaka demokratîk e.”

Jagland hişyarî da ku eger rewşa awarte bi awayekî berfirek û nerêwayî were xebitandin, dibê ku di Dadgeha Ewrupî ya Mafên Mirovan de pêleke dozen nû li hember Tirkîyê bêne vekirin.

XS
SM
MD
LG