James Franklin Jeffrey, nûnerê taybet yê Amerîka bo pirsên Sûriyê, Roja Sêşemê ji Tel Avîv got, rejîma Asad li Sûriyê hêjî ne biserketîye.
Jeffery ev yak di Konferensa Herzliya ya Ewlekariyê de li bajarê Tel Avîv anî ziman, herwiha wî got, rejîma Asad metirsîye bo ewlakriya netewî ya Îsraîlê û weha ragihand "wê DAIŞ dirust kirîye ku rêxistina terorê ya herî bitirse li Rojhilata Navîn".
Jeffery herwiha dibêje, "Ya Em ji Sûriyê dixwazîn, nebe metrisî li ser wlelatiyan û nebe bingeha terorîstan". Berpirsê Amerîkî pirsgirêka Sûriyê weke pirsgirêka herî mezin di dema niha de binav kir.
James Jeffery dilxweşiya xwe diyar kir li hember yek kirina helwesta welatên Ewrupî li gel ya Washingtronl jj bo feriz kirina sizayan li ser rejîma Asad.
Berpirsê Amerîkî got, karê me yê pêşîn li Sûriyê jinav birina DAIŞê ye û nehiştina hêzên Îranê li Sûriyê.