Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Panela 6'ê Rêbendanê Cezakirina Trump Pêşnîyar Dike


Panela 6'ê Rêbendanê ya Civata Nûneran îro bi dengdanê biryar da ku cezakirina Serokê Berê Doland Trump ji Wezareta Dadê re pêşnîyar bike.

Komîteya Kongresê, di kiryareke neditî de bi yekdengî biryar da ku Trump di hewilên xwe yên pûçkirina encamên hilbijartin 2020'an de tawan kirine.

Panelê jiber çar tawanên astengkirina prosesa dadgehkirina fermî, komploya xapandina Amerîka, komploya îfadeya derewîn û azirandin, destekdayîn û alîkarî yan hêsankirina serîrakirinê pêşnîyara cezakirina Trump kir.

Pabendbûna pêşnîyara panelê tuneye û Wezareta Dadê ya Amerîkî ne mecbûr e ku kiryareke din bike.

Komîteya Civata Nûneran herwiha biryar da ku Rêberê Kêmanîya Civata Nûneran Kevin McCarthy û sê endamên din yên Komarî bişîne pêş Komîteya Etîkê, bi sedema ku wan daxwanameya panelê ya îfadedayînê bi cîh neanîne.

XS
SM
MD
LG