Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Japonya Rastî Pêleke Tund a Germê Tê


Bû hefteyeke welatê Japonya rastî pêleka tund a germe tê ku di encamê de 30 kesî jiyana xwe jidest da û bi hezaran li seranserî welêt hatin veguhestin bo nexweşxaneyan.

Berpirs şîretan li xelkê dikin ku avê vexun û li cihên hênik bimînin.

Li navenda Japonya pileya germe gihîte 40.9 c.

Li bajarê Kyoto pileya 38 bo 7 rojan li dû hev hate tomarkirin.

Bilindbûna pileya germê, hin pirsan derdixe holê li dor organîzekirina olompiyadên sala 2020 li Tokyo.

Serokê tîma taqîkirinên olimpyadê John Coates John, ku hefteya borî li Tokyo bû, got ev pêla germê dê dijwariyeka rastîn be li pêş organîzeran.

XS
SM
MD
LG