Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kyodo: Japonya Amadekarîyên Pêşvebirina Mûşekên 3,000 km Dike


Ajansa nûçeyan Kyodo roja Şemiyê ragihand ku Wezareta Berevanîyê ya Japonyayê xwe amade dike ku gelek mûşekên menzîla dirêj bi menzîla 3,000 kîlometreyan pêşve bibe û armanc dike ku wan di salên 2030an de bicih bike.

Kyodo radigehîne ku Hikûmet lê digere ku di destpêka salên 2030an de mûşekek bi menzîla 2,000 km û heta dora sala 2035an mûşekek hîpersonîk ya bi menzîla 3,000 km bicîh bike ku bikare bigihîje her herêmeka Koreya Bakur û hinek herêmên Çînê.

Japonyayê vê mehê mezintirîn avakirina xwe ya leşkerî ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn êreve bi planek 320 mîlyar dolarî eşkere kir ku dê mûşekan bikire ku bikarin li Çînê bixin û wê ji pevçûnek domdar re amade bikin, ji ber ku alozîyên herêmî û êrişa Rûsyayê ya Ukraynayê tirsa şerî gur dike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG