Karbidestên Japonî ragihand ku wezîrê berevanî yê berê Tokuichiro Tamazawa îro li nêzî mala xwe bû armance êrîşekê û ji lingê hate birîndar kirin.
Polîsan dîyar kir ku xeterîya mirinê ya Tamazawa yê 81 salî tuneye û ew niha tê derman kirin.
Televîzyona NHK ragihand kubi êrîşê re peywendîdar, zilamek hate desteser kirin, lê karbidestên ewlehîyê red kirin ku hûrgilîyên zêdetir bidin.