Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Japonya Dixwaze Berevanîya Xwe Xurt Bike


Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku Japonya dê giranîya xwe bide ser xurtkirina berevanîyê.

Reutersê ew agahî ji zarê Serokwezîrê Japonya Fumio Kishida ragihand.

Kishida da zanîn ku ew dê di pênc salên pêş de bala xwe bidin ser berevanîyê ku wê li ser bingeheke xurt çêkin.

Serokê Amerika Joe Biden meha borî serdana Japonya kiribû û Kishida di wê serdanê de ji Biden re dabû zanîn ku ewê berevanîya xwe xurt bikin.

Kishida di wê serdanê de bo xurtkirina berevanîyê demek eşkere nekiribû.

XS
SM
MD
LG