Li beravên Fukushima li bakurê Japonya îro êvara Çarşemê erdhejeke bi hêza 7.3 Rîhterê pêk hat; avahî hejand, zêdetirî 2 milyon malên li herêma Tokyo bê elektrîk hişt û herwiha xeterîya tsunamî derxist holê.
Ajansa Meteorolojîyê ya Japonya dîyar kir ku erdhej di saet 23:36'an de, di kûrahiya 60 kîlometre binê deryayê de pêk hatiye.
Serokwezîrê Japonya Fumio Kishida ragihand ku hikûmet jibo tespîtkirina asta zarara jiber erdhejê dixebite.
Li heman herêmê di 2011’an de jî erdhejek mezin pêk hatibû û piştî wê tsunamîya ku bû sedema felaketa navokî ya li Fukushima Daiich rû dabû.
Kompanîya elektrîkê, Tokyo Electric Power (9501.T) dîyar kir ku niha nezî 2 milyon mal bê elektrîk in.
Tokyo Electric Power û ew rewşa reaktorên santrala Fukushima kontrol dikin.
Karbidestan hişyarî dan welatîyên li heremên Fukushima, Miyagi û Yamagata ku li bendê erdhejên piçûktir (şok) yên piştî ya serekî bin.