Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûçeyên Cuda Derbarê Beşdarîya JD Vance di Gera Nû ya Danûstandinên Îslamabadê de

JD Vance Cîgirê Serokê Amerîkayê di gera yekê ya danûstandinên bi Îranê re li Îslamabad
JD Vance Cîgirê Serokê Amerîkayê di gera yekê ya danûstandinên bi Îranê re li Îslamabad

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Yekşemê ji ABC News re got ku cîgirê wî JD Vance dê serokatîya şandeya Amerîkayê ya ji bo danûstandinên nû yên bi Îranê re neke. Lê heman rojnamevan paşê li gorî berdevka Koşka Spî ragihand ku JD Vance dê bi Steve Witkoff û Jared Kushner re biçe Îslamabadê bo gera duyan a danûstandinan.

Jonathan Karl ji kenalê ABC News di hesaba xwe ya Xê de, ji zarê Berdevka Koşka Spî nivîsand, "Vance dê bi Steve Witkoff û Jared Kushner re ji bo danûstandinên bi Îranê re biçe Pakistanê."


Wî got: "Serok Trump berê ji min re gotiye ku Vance naçe Îslamabadê."

Trump ji kanala ABC News re got ku di vê dema kurt de polîsê taybet ê Koşka Sipî dê nikaribe amadekarîyên ewlekarî ji bo Vance bike.

"Ev tenê ji ber sedemên ewlekarî ye. JD (Vance) baş e," Trump got.

Serok Trump îro Yekşemê 19ê Nîsanê gote Fox News, Îran bi "derfeta dawî" re rû bi rû ye ku li ser peymaneke nû ya navokî razî bibe, û hişyarî da ku eger red bike, dibe ku Amerîka ji nûve dest bi êrîşên leşkerî bike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG