Serokê şaxê cîbicîkarê Yekîtiya Ewrupî bang li Brîtanya dike ku”kiryara xwe bidin ser hev” û biryarê bidin ka welatê wan bi temamî çi dixwaze.
Brîtanya biryare di 29 meha Adarê de ji Yekîtiya Ewrupî derkeve, lê parlemana Brîtanî hîn rêketina hikûmetê ya derketinê erê nekiriye. Di nîvê meha Çelle de parleman dengadanekê dide.
Serokê komisyona Ewrupî Jean-Claude Juncker îro Yekşemê ji rojnameya Almanî Welt am Sonntag re got: “bi temamî nakeve serê mirov ku hin beşên nerîna giştî ya Brîtanî bawer dikin tenê Yekîtiya Ewrupî divê çareyan ji hemî problemên siberoja Brîtanya re bibîne.”
Wî her wiha got:
“Daxwaza min eve: kiryara xwe bidin ser hev û piştre ji me re bibêjin hûn çi dixwazin. Çareyên me pêşniyar kirinî bi mehan e li ser maseyê ne.”