Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Elî Îbrahîm Behsa Serdana Jeffery bo Bakur û Rojhilata Sûriyê Dike


Şandiyê taybet ê Amerîka bo Sûriyê James Jeffery

Şandiyê taybet ê Amerîka bo Sûriyê James Jeffery serdana Bakur û Rojhilata Sûriyê kir û li gel herdû aliyên rikber ên Kurdên Sûriyê kombûn lidar xistin, li gor berpirs û raportên xwecihî.

Serdana Jeffery tê di demekê de ku herdû aliyên Kurdî, Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî(PYNK) û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê(ENKS), kombûnên qonaxa duyem a guftûgoyan lidar xistin.

Endamê komîta navendî ya Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê Elî Îbrahîm di hevpeyvînekê de li gel dengê Amerîka, behsa giringiya vê serdanê kir.

Wî got ku ev serdan diyar dike Amerîka bi awayekî rasterast derbasî nav vê diyalogê dibe, lê xwedî derdikeve û dê ew gelek girêkan di navbera herdû aliyan veke.

Îbrahîm ku li Tirkiyê dimîne bi awayekî nerasterast bal kişand ser welatên cîran û got ku ev serdan dê dilrûniştinekê ji bo wan çêke ku ev guftûgo û diyalog ne li dijî wan ne.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê fayla deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:08:31 0:00


XS
SM
MD
LG