James Jeffrey, Nûnerê taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê di serdema yekem a Serok Donald Trump de red kir ku helwesta nû ya Amerîka li Sûrîyê "xiyanet" be li Kurdan.
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Jeffrey got ku rayedarên Amerîkî her gav ji rayedarên Kurd re gotine ku têkilîya wan demkî û taktîkî ye, û di çarçoveya şerê li dijî Daişê de ye.
"Ji rêvebirîya Obama vir ve, me qet ji Kurdan re negotiye ku emê bi demê re piştgirîyê bidin herêmeke Kurdî yan jî wê bi leşkerî li dijî her kesî ji bilî Daiş, Esed û hevalbendên wî yên Rûsî û Îranî biparêzin."
Jeffery herwiha got ku "me ji wan re got ku têkilîya me demkî, taktîkî û bazareke berjewendîya hevbeş e ji bo tunekirina Daişê."
Derbarê siberoja Kurdan û Sûrîyê, balyozê berê diyar kir ku, "Me ji Kurdan re gotibû ku em piştgirîyê didin biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254."
"Me qet soz nedaye ku em Kurdan li dijî ti hêzeke din ji bilî Daişê û rejîma Esed biparêzin, lê me pabendbûna xwe bi Biryara 2254 re ragihandiye. Min ev çend caran rave kiriye û yên din jî heman ravekirin dane Kurdan," wî got.
Di dirêjahîya hevpeyvînê de, Jeffrey got ku "Dema ku Ehmed Şeri' hat û amadebûna xwe ya beşdarbûna di şerê navneteweyî li dijî Daişê de nîşan da, hevkarên me yên li Sûrîyê bûn du beş: Ehmed Şeri û HSD."
"Ji derveyî pêgirîya me ya bi biryara 2254 weke hemî welatên li herêmê, ji bilî Îsraîlê, Sûrîyeke yekgirtî dixwazin. Me wiha dît ku divê Sûrîyê yekgirtî bimîne, me berê xwe da Şamê. Amerîka ne ji derveyî vê hevkêşê ye, siyaseta alîkarîya bi Ehmed Şeri re destek dike."
Tevî van pêşketinên nû yên li Sûrîyê, nûnerê berê yê Amerîka bo Sûrîyê got ku derfetên xebata hevbeş di navbera Amerîka û Kurdan de dê berdewam bikin.