Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

James Jeffrey: Di Kiryarên DAIŞ’ê yên li Îraq û Sûrîyê de Zêdebûnek Tuneye


Nûnerê Taybet yê Amerîka yê bo Sûrîyê James Jeffrey îro Pêncşemê got ku di kiryarên DAIŞ’ê yên li Îraq û li bakurê rohilata Sûrîyê de zêdebûnek tuneye.

Jeffrey li Washingtonê got ku koalîsyona bi pêşengîya Amerîka xebatên xwe li Îraqê cemidandine û vê gavê ew di rewşa xweparastinê de ye.

“Piştî biryara parlamana Îraqê ya derxistina hêzên bîyanî ji wî welatî, danûstandin bi hikûmeta Bexda re berdewam dikin ku biryarekê were dayîn.”

Wî bi berdewamî got ku di tundîya DAIŞ’ê yên li Îraqê de zêdebûnek nehatiye dîtin, lê wî li xwe mikûr hat ku sekinandina operasyonên dijî DAIŞ’ê dikare rê li ber jinûve xurtbûna DAIŞ’ê veke.

Jeffrey dîyar kir ku ewê roja Çarşemê li Kopenhagê bicivin û biryara ser sibêroja operasyonên dijî DAIŞ’ê li Îraqê û Sûrîyê bidin.

“Koalîsyon the erka xwe ya dijî DAIŞ’ê de pir pir pêgir e,” Jeffrey got.

XS
SM
MD
LG