Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jim Jeffrey: Gelek Delîl Nîşan Didin ku Hêzên Sûrîyê Hazirîya Êrîşa Kîmyayî Dikin


Nûnerê Taybet yê Sûrîyê yê Amerîka Jim Jeffrey dîyar kir ku gelek delîl raber dikin ku hêzên hikûmeta Sûrîyê bol li Îdlibê çekên kîmyayî bikar bînin hazirîyê dikin.

Jeffrey da zanîn ew bi hin jêderên saxlem yên ku hazirîya çekên kîmyayî piştrast dikin, vê hişyariyê dikin.

Îran û Rûsya didin zanîn ku hin komên serhilda, bo ku welatên rojava dijî Sûrîyê êrîşê pêk bînin dê êrîşeke kîmyayî pêk bînin û dûre jî rêvebirîya Şamê tawanbar bikin.

Jeffrey dîyar kir ku ser hazirîya êrîşa kîmyayî gelek delîl hene û da zanîn ku ger operasyona Îdlibê pêk were dê Sûrî ber bi başûrê rojhilata Tirkîyê û herêmên Sûrîyê yên di bin kontrola Tirkîyê koç bikin.

Nûnerê Amerîkî dîyar kir ku Tirkîye hewil dide ku çareserîyekê bibîne û dijî operasyonê li ber xwe daye.

Jeffrey ser rewşa dawî ya Îdlibê got ku ‘’metirsîyeke mezin e’’ û bi bîr xist ku Amerîka bo ku komên tundrê yên li Îdlibê tune bike, ji berê de xwestiye ku li wir çalak be.

Jeffrey, di meha Tebaxê de ji alîyê Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ve bo nûnertîya taybet ya Sûrîyê hatibû tayîn kirin.

XS
SM
MD
LG