Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jeffrey û Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Ser Sûrîyê Axifîn


Nûnerê Taybet yê Amerîkî bo Sûrîyê James Jeffrey li Enqerê bi Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar re kom bû.

Wezareta Berevanî ya Tirkîyê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku Akara û Jeffrey ser Minbicê û rojilata Firatê axifîne.

Piştî Serokê Amerîka Donald Trump bang li Tirkîyê kiribû ku dijî Kurdên li Sûrîyê operasyonê li dar nexîne girjîya di navbera Washington û Enqerê de gur bûbû.

Tirkîye dîyar dike ku divê li bakurê Sûrîyê herêmeke ewle were çêkirin, lê karbidestên Kurdên Sûrîyê dîyar dikin ku ew tenê herêmeke ewle ya di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî (NY) de dikarin bipejirînin.

XS
SM
MD
LG