Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Em li Bendê Ne ku li Bakurê Sûrîyê Herêmeke Ewle Çêbe


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dîyar kir ku ew bo ewlekarîya welatê xwe dixwazin ku li bakurê Sûrîyê herêmeke ewle çêbe.

Erdogan da zanîn ku ew li bendê ne ku heta çend mehan herêma ewle were ava kirin.

‘’Ew herêma ewle divê teqez were çêkirin. Ger neyê çêkirin, emê çêkin. Ku bo çêkirina wê bedel divê, em hazir in wê bedelê jîi bidin,’’ Erdogan got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku pêşnîyaza çêkirina herêma ewle piştî axaftina Erdogan û Seroke Amerîka Donald Trump hatibû rojevê.

Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo do Pêncşemê ji ajansa Reutersê re gotibû ku ger herêmeke ewle çêbe divê ew di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî (NY) de be.

XS
SM
MD
LG