Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hakeem Jeffries jibo Seroktîya Demokratên Civata Nûneran Berbijarîya Xwe Ragihand


Nûnerê eyaleta New Yorkê yê Civata Nûneran Hakeem Jeffries, îro Înê bo seroktîya koma Partîya Demokrat ya li Civata Nûneran berbijarîya xwe ragihand.

Biryara Jeffries rojeke piştî biryara seroka niha Nancy Pelosî tê ku gotibû ewê careke din xwe neke berbijar.

Ger Jeffries were hilbijartin, wê di dîroka Amerîka de bibe Amerîkî yê Reş yê yekê ku partîyekî sîyasî ya serekî ya li Kongresê bi rê ve bibe.

Jeffries yê 52 salî di nameya xwe ya bo ragihandina berbijarîyê de ji Pelosi û tîma wê re spas kir û ew wek kesitîyên pir girîng yên mînakî bi nav kirin.

Wî got ku ewê ewê reberîyeke cîherengî biafirîne ku hemî endamên Partîya Demokrat beşdarî bikin in ku ewê bikaribin pîranîya li Civata Nûneran jinûve bi dest bixin.

Şîrovekarên sîyasî dibêjin ku Jeffries bo ragihandina berbijarîya xwe ya bo seroktîya Demokratan li Civata Nûneran ti dem xwe hinda nekir.

Endamên din yên tîma rêbertîya Demokratên Civata Nûneran Katherine Clark ya Massachusetts û yê California Pete Aguilar jî jibo psta duyê û sêyê xwe dikin namzed.

Jeffries, Clark û Aguilar bi salan e bi hevre dixebitin û niha xwe amade dikin ku di rebertîya Partîya Demokrat de li şûna Pelosi, Steny Hoyer û James Clyburn rêbertîya partîya xwe bikin.

Endamên Partîya Demokrat yên Civata Nûneran, piştî betlaneya Roja Spasdarîyê ya 24ê Mijdarê, li pişt derîyên girtî bicivin ku rêberên xwe yên nû hilbijêrin.

Pelosi do ragihandibû ku ewê ti kesî bo posta seroktîyê pêşnîyar neke û çêtir e ku mirov ti kesî dernexîne pêş da ku her kes bikaribin bixwe bêjin ku ew dikarin wî karî bikin.

Lê, Pelosi îro Înê bi daxuyanîyekê piştgirîya xwe ji Jeffries re dîyar kir.

“Bi serbilindî, spasdarî û pêbawerîya bi kanînên wan; ez Serok Hakeem Jeffries, Alîkara Serok Katherine Clark û Cîgirê Serok Pete Aguilar silav dikim; jiber ku ew amade ne û dilxwaz in ku vê berpirsîya pir gîrîng bigirin ser xwe."

XS
SM
MD
LG