Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki bi Vîrusa Korona Ketiye


Jen Psaki
Jen Psaki

Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki dîyar kir ku testa wê ya vîrusa korona ya roja Yekşemê pozîtîf derketiye.

Psaki da zanîn ku wê Serok Joe Biden herî dawî roja Sêşemê dîtiye û maske li ber devên wan, ew 1,8 metr dûrî hevdu rûniştine.

Xanim Psaki ya 42 salî got ku wê vaksînên vîrusa korona li xwe dane û semptomên wê sivik in.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê da zanîn ku testa vîrusa korona ya Biden ya roja Şemîyê negatîf derketiye.

Psaki di meha Rêbendanê de li Qesira Sipî dest bi kar kiribû û bi vê pêketinê re di rêvebirîya Biden de dibe payabilinda herî bilind ya bi vîrusa korona ketiye.

Piştî ji mala Psaki yek bi vîrusa korona ketibû, wê biryar dabû ku di serdanên Roma û Glasgowê de bi Biden re neçe.

Ew ji roja Çarşemê vir ve di karantînê de ye û dide zanîn ku berî testa roja Yekşemê jimareke caran testa wê negatîf derketiye.

Xanim Psaki dîyar kir ku piştî testa wê ya pozîtîf derketiye ewê 10 rojan di karantînê de bimîne û dûre vegere ser kar

XS
SM
MD
LG