Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

New Jersey Dê Tedbîrên Dijî Vîrusa Korona di 2'yê Gulanê de Sist Bike


Walîyê New Jerseyê Phil Murphy ji Twitterê ragihand ku ewê ji 2’ê Gulanê pê ve park û qadên golfê vekin.

Murphy dîyar kir ku wan li rêjeyên belavbûna vîrusa korona nihêrîye û dûre ew biryar daye.

Wî bi bîr xist ku tevî sistkirina hin tedbîran jî ew ji gel dixwazin ku li gor mesafeya civakî tevbigerin.

Rêvebirîya New Jerseyê di 21'ê Adarê de derketina derve sînordar kiribû û parkên wê eyaletê di 7’ê Nîsanê de bi temamî hatibûn girtin.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li New Jerseyê pirtir ji 116,000 kes bi vîrusa korona ketine û 6771 kesan jiber wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG