Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Orşelîmê Êrîşbirek ji Alîyê Hêzên Ewlekarîya Îsraîlî ve Hate Kuştin


Desthilatên Îsraîlî dibêjin ku mêrekî Filestînî ko alîyê hêzên ewlekarîya Îsraîlî ve hate kuştin piştî ku wî îro Yekşemê li Orşelîma kevin çar kes di teqelêdanekê de birîndar kiribû.

Li gor rojnameya Haaretz, karbidestên Îsraîlî nasnameya êrîşbirê 42 salî bi navê Fadî Ebû Şehadam destnîşan kirine. Wekî hatiye zanîn, ew ji Rojhilatê Orşelîmê ye û bi girêdana xwe ligel rêxistina Hemasê ve tê nas kirin.

Karbidestên Îsraîlî dibêjin ku bi kêmî yek ji qurbanîyên êrîşbir paşê ji ber birînên xwe mir.

Teqelêdana Yekşemê ya duwem bû di van rojên dawî de. Roja Çarşemê jî sîpeyek li Bajarê Kevin hate kuştin piştî ku bi kêrê du efserên polîsên sînorî birîndar kiribû.

XS
SM
MD
LG