Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Geşbîn E ku Ewrupa Orşelîmê Wek Paytaxta Îsraîlê Binase


Serokwezîrê Îsrîlê Benjamin Netanyahu îro Duşemê got ku bi bawerîya wî hemî dewletên Ewrupî, yan piranîya wan wê balyozxaneyên xwe veguhezînin Orşelîmê û bajar wek paytaxta Îsraîlê nas bikin.

Netanyahu li Brukselê, bi hazirbûna berpirsa sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupa, Federica Mogherini got ku biryara Trump ya naskirina Orşelîmê "rastîyan bi eşkereyî datîne ser mesayê" û "aştî li ser rastî ava dibe."

"Orşelîm paytaxta Îsraîlê ye û ti kes nikare vê yekê înkar bike. Naskirina wê, astengî li pêş aşîtî çênake; wê pêkan dike jiber ku naskirina rastîyê, naveroka aştî ye. Ew bingeha aştî ye," Netanyahu got.

Lê, Mogherini tev li nêrîna Netanyahu nebû û got ku Yekîtîya Ewrupa wê wek Trump Orşelîmê wek payaxt nas neke.

"Em bawer dikin ku çareserîya rastbîn ya pirsgirêka Îsraîl û Fîlîstînîyan avakirina du dewletan e ku Orşelîm jî bibe paytaxta her du alîyan," Mogherini got.

XS
SM
MD
LG