Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Serma û Qerisînê 110 Kes li Ewrupayê Mirin


Dîmenek ji sermayê paytaxta Ukrayneyê, Kîev'ê
Dîmenek ji sermayê paytaxta Ukrayneyê, Kîev'ê

Pirtir ji 110 jiber berf û sermayê li navend û rojhilata Ewrupayê mirin.

Li Sîbîryayê bi kêmî ve 11.000 gundî li gundên dûrdest yên bê rê ase man. Tê ragihandin, heta niha herî kêm 5 kes li Rûsyayê mirine.

Li Ukraynayê 20 mirinên din jî hatine ragihandin û hejmara qûrbanîyên ji hewayê sar geheşte 63 kesan.

Li Polanyayê 9 kesên din mirin, piştî ku tîna hewayê kete bin sifirê 30 dereceyan. Ji destpêbûna qerisînê vir ve, bêtirî 29 kes li wî welatî jiyanên xwe ji dest dan.

Li Romanyayê jî, wezareta saxlemîyê ragihand, 8 kes şava çûyî mirin û bi giştî 22 ji hefteya borî vir ve ji serma û qerisînê mirin.

XS
SM
MD
LG