Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cibûrî: Ger Neyê Dirêj Kirin, Erka Parlemanê Roja Şemî Diqede


Serokê parlemana Îraqê Selîm el Cibûrî îro got ku erka parlemanê roja Şemîyê bi dawî dibe, ger qanûndanêr heta temamkirina jinûve jimartina dengan, ew yek dirêj nekin.

Cibûrî di preskonferansekê de got ku jinûve jimartina dengan ya bi destan dê hefteya were destpê bike.

Parlemana niha di nav vê mehê de qanûnek derbaz kiribû ku li seranser Îraqê dengên hilbijartina borî bi destan werin jimartin. Lê, dadwerên ku bi prosesa jimartinê hatine erkdar kirin gotibû ku dive dengdan tenê li cîhên ku kêşe lê hene were kirin.

Heta niha dema jinûve jimartina dengan nehatibû zelal kirin, lê pispor pêşbînî dikin ku daxuyanîya Cibûrî wê peyvajoyê bilezîne da ku hikûmeteke nû were damêzradin.

XS
SM
MD
LG