Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xanima Yekê Ya Amerîka Jill Biden Serdana Tokyo Dike


Joe Biden û Jill Biden li roja Serxwebûnê 4ê
Joe Biden û Jill Biden li roja Serxwebûnê 4ê

Qesra Sipî îro Sêşemê dîyar kir ku Xanima yekê ya Amerîka, Jill Biden dê jibo merasima vekirina Lîstikên Havînê yên Olîmpîk di 23'yê Tîrmehê de serdana Tokyo, paytexta Japonya bike.

Hevdem, Qesra Sipî ragihand ku ewê şandeyeke jî bi Jill Biden here lê ewê serokê Amerîka Joe Biden neçe.

Karbidestan jiber belavbûna pandemîya vîrusa korona qedexe kir ku temaşevan beşdarî hema hema tevahîya lîstikên Olîmpiyatê bibin

Her wiha li Tokyo tevî ku lîstikên Olîmpîkî di 8'ê Tebaxê de bi dawî dibin jî, heya 22'ê Tebaxê rewşa awarte dîyar kiriye.

Hejayê bîrxistinê ye ku,Lîstikên Havînê yên Olîmpîyatê dê ji 23'ê Tîrmehê heya 8'ê Tebaxê bidome, ya ku jixwe jiber COVID-19 saleke hatibû dereng xistin.

XS
SM
MD
LG