Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xanima Yekê Jill Biden Roja Jinan Pîroz Kir


Xanima Yekê ya Amerîka Jill Biden
Xanima Yekê ya Amerîka Jill Biden

Xanima Yekê ya Amerîka Jill Biden îro Sêşemê bi bi peyameke vîdyoyî Roja Jinan ya Navneteweyî li jinên seranserê cîhanê pîroz kir.

"Ji lorikên nerm bigire, heya qêrînên şer yên bo edaletê, jin dimêjînîn û xwedî
dikin, hîn dikin û ava dikin, pêşengî û xeyal dikin ku cîhana me her roj pêş de bibe," Biden got.

Xanim Biden da zanîn ku jin ti carî bêdeng nebûn, lê jin hatin bêdeng kirin jiber ku dengên jinan bi hêz in.

"Dema ku em dengên xwe bilind bikin, em dikarin neheqîyê ji holê rakin, zalim û demagogan têk bibin û mertalên zulmê bişkînin."

Wê dîyar kir ku ew di vê roja cîhanî ya jinan de, ji jinên cîhanê yên ku bi wêrekî dengê xwe bi kar tînin, her berdêla wê çi be jî, rêzê digrin.

Xanim Yekê di mesaja xwe de qala jinên Ukraynî bi taybetî kir.

"Ji xwişkên me yên ji Ukraynî re ku bo parastina azadîya welatên xwe û saxîya malbatên xwe şer dikin: Em piştvanîya we dikin."

Biden herwiha wêrekîya jinên Rûsî jî bi bîr anî û got ku jinên Rûsî dijî dagirkerîyê bi rîskeke mezin protestoyan dikin û ew wêrekîya wan dibînin.

Jill Biden di dawîya peyama xwe de ji tevahîya jinên cîhanê re sipas kir.

"Ji şervanên jin yên li çaralîyê cîhanê re, yên bo edaletê şer dikin û bo guhertinê dixebitin: Sipas jibo avakirina siberojeke baştir jibo me hemûyan. "

XS
SM
MD
LG