Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mattis: Em Piştî Reqa jî Dikarin ji YPG'ê re Çekan Bişînin


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis îro Sêşemê got ku Amerîka piştî rizgarkirina Reqa ji DAIŞ’ê jî dikare çekan ji YPG’ê re payda bike.

“Şerê dijî DAIŞ’ê wê piştî rizgarkirina Reqa jî berdewam bike. Emê binêrin ku ser mijara çekan emê çawa bikin,” Mattis li bajarê Munih ya Almanya got.

Tirkîye hefteya borî gotibû ku Mattis bi nameyekê garantî daye wê ku piştî têkbirina DAIŞ’ê, Amerîka dê çekên ku dane YPG’ê şûnde bistîne.

Lê, Mattis bal kişand ku berî biryara Amerîka ya meha borî ya şandina çekên taybet yên şerê nav bajarê Reqa, di destê YPG’ê de çekên baş hebûn.

Wek bersîva pirsekê, Mattis got ku dive ew bibînin piştî azadkirina Reqa wê çi biqewime jiber ku bi Reqa, şerê dijî DAIŞ’ê bi dawî nabe.

Di dema nêzîk de, li gor pêşveçûnên qada şer, ew dikarin sîlahên ku nema kêrî YPG’ê werin bigirin.

"Emê seranser şer, çekan bigirin bû wan tamîr bikin. Ku pêdivîya wan bi hin tiştan neyê, emê wan, bi tiştên ku hewcedarîya wan pê hebe, biguherin," Mattis got.

XS
SM
MD
LG