Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merasîma Oxirkirina Carter Serokê Berê yê Amerîka Destpê Dike


Dema cenazeyê Carter ber bi Atlanta ket rê
Dema cenazeyê Carter ber bi Atlanta ket rê

Roja Şemiyê, merasîma cenazeyê serokê koç kirî yê Amerîka yê berê Jimmy Carter li wîlyaeta Georgia pêkhat dema ku ji navenda tenduristiyê ya lênihêrînê di dawiya jiyana wî de û ber bi Navenda Carter a li bajarê Atlanta ve diçû.

Carter Yekşema borî di 100 saliya xwe de koça dawî kir, û ew serokê 39'an yê Amerîka bû.

Li gorî Leşkeriya Amerîka, roja Şemiyê yekem roja merasîma oxirkirna serokê berê yê Amerîka ye ku şeş rojan merasîma cenaze dê berdewam bike.

Merasîma ku cenazeyê wî hildigire dê di nav bajarê Plainsê de cihê ku jidayikbûna wî ye û wîlayeta Georgia ye, dê bimeşe û paşî di ber zeviyên ku wî û malbatî wî cotkarî tê de dikir, derbas bibe.

Karmendên parastinê yên erka Veşartî ku xizmeta Carter kirbûn û ew diparast, dê cenazeyê wî li ser milên xwe hilgirin dema ku ew ji kampusa zanîngeha bajêr derbas dibe ku ber bi bajarê Plains ve dimeşin.

Karwanê cenazeyê Carter dê di ber mala serdema zaroktiyê ya Xanima Yekê Rosalynn Smith Carter re derbas bibe, ku ew jî berî salekê di Mijdara 2023'an de di 96 saliya xwe de koça dawî kirbû.

Dê cenazeyê wî paşê vegerînin bajarê Atlantayê, ku ew ê heta sibeha 7ê Rêbendanê li Navenda Serokatiyê ya Carterê bimîne.

Cenazeyê wî paşî dê bo Washington DC a paytex were veguhastin, ku ew ê di tabûtek vekirî de li hola dirêj ya avahiya Capitol Hill (Kongresa Amerîkî) de were razandin heya ku oxirkirina cenazeyê wî bi merasîmek heybet ya niştîmanî çê dibe.

Malbat dê paşê di 9'ê Çile de, piştî ku merasîma li Katedrala Neteweyî ya Washington bi dawî bibe, ew jî li wîlayeta Georgia dê merasîmek taybet ya cenazeyê çê bikin.

Carter dê li kêleka hevjîna wî Rosalynn, li Plains were veşartin.

Serokê Amerîka Joe Biden di fermanek taybet ya cibicîkar de ku 9'ê Çile dezgehên hikûmetê û dezgehên cîbicîkirinê bêne girtin, wekî nîşanek ji bo rûmet û rêzgirtina serokê berê Jimmy Carter.

Serokê Demokrat Jimmy Carter piştî ku di hilbijartinên 1976'an de Serokê Komarî Gerald Ford têk bir, di Çile 1977 de serokatî kir.

Di serdema serokatiya wî ya yek dewreyî de Misir û Îsraîl peymana Camp David di 1978 de îmze kirin ku hin aramî anî Rojhilata Navîn.

Astengiya herî mezin li hember Carter dema ku sala 1979 şorişa Îslamî ya Îranê Şah ji desthilatê avêt, dîplomatên Amerîkî yên li Tehran û Îranê bûn weke rehîne hatin girtin.

Carter piştî bidawîhatina dema serokatiyê jiyana xwe ya dirêj terxan kir û ji bo ku xizmeta xelkê bike, di karên xêrxwazî de cih digirt û avahî bo bêmal û kêm derametan ava dikirin, Carter helgirê xelata Nobel ya aştiyê bû.

Di dema derbasbûna cenazeyê Carter de, ber bi cihê jidayîkbûna wî û bajarê Atlanta ve girseya gel bi alayên Amerîkî li cade û kolanan weke rêzgiritn li benda derbasbûna cenaze bûn.

XS
SM
MD
LG