Jimmy Carter, 39mîn serokê Amerîka, di 29ê Kanûnê de di temenê 100 saliya xwe de koça dawî kir. Berî ku bibe serok, Carter li wîlayeta Georgia efserek deryayî, cotkarê pinatan (fistiq;n ebîd) û siyasetmedarek Amerîkî bû.
Carter piştî ku gera duyan ya berbijariya serokatiyê winda kir, jiyana xwe ji bo parastina xizaan, xêrxwazî û nirxên demokratîk terxan kir.
James Earl Carter, ku wekî Jimmy Carter jî tê zanîn, di 1'ê cotmeha 1924'an de li bajarokê Plains, yê wîlayeta Georgia, li navendek tenduristiyê ku diya wî wekî hemşîre(peristar) li wir kar dikir, ji dayik bû; Jimmy Carter yekem serokê Amerîka ye ku li navendek tenduristiyê ji dayik bûye.
Bavê Carter her çend kesekî piştevanê cudakar û regezparêziyê bû, lê dîsan, wî rê li kurê wî yê mezin negirt ku bi zarokên cotkarên Afrîqa-Amerîkî re hevaltiyê bike.
Piştî dawî kirina dibistana amadeyî di sala 1937-1941'ê de, xewna Carter ew bû ku beşdarî Akademiya Deryayî bibe. Di sala 1941 de, berî ku bikeve akademiya leşkerî, Carter xwendina xwe li College Southwestern Georgia, di warê endezyariyê de temam kir.
Piştî leşkeriya xwe vegeriya bajarê xwe û li kargeha "Fistiq Ebîd" ku karê malbata wî bû û û pîşeya çandina Pinat "Fistiq Ebîd"an mezin bû.
Bê guman, ew guhertin ne ewqas hêsan bû Berî her tiştî, sala yekem a xebata wî di zeviyên pînatan de pir dijwar bû. Ew neçar e ku bêtir deynan ji bankan bigire da ku zeviyên malbata xwe biparêze. Ev karê dijwar bû sedem ku Carter zanistên çandiniyê bixwîne da ku çandiniya xwe pêş bixe. Ji wir, Carters pirsgirêkên di çandinî û avdedaniyê de derbas kirin.
Carter li dijî cihêkariya nijadî bû, piştgirî da tevgera mafên sivîl û di nav Demokratan de bû çalakvan.
Di sala 1962 de, Carter radigihîne ku ew dibe berbijarê endametiya senatoyê ya wîlayeta Georgia.
Piştî ku encam hatin eşkerekirin, Carter nerazîbûn li hember encaman n îşa da û di lêkolînê de derket holê ku sextekarî hatiye kirin, biryar hat dayîn ku hilbijartineke din were kirin û Carter bi 3 hezar û 13 dengên li hember 2 hezar û 182 dengên Homer Moore hevrikê xwe têk bir.
Jimmy Carter, piştî ku di Senatoya Georgia de xizmet kir, bû hakimê wîlayetê û paşî ji bo serokatiya Amerîka berbijariya xwe ragihand.
Di sala 1976'ê baweriya demokratan qezenc dike û dibe berbijêrê Demokaratan bo serokatiya Amerîka û Walter Mondale wekî cîgirê xwe destnîşan kir serketin bidest xist.
Carter hevrikê xwe di wan hilbijartinan de berbijarê hevrik Gerald Ford bû têkbir.
Carter di roja xwe ya duyemîn de li Qesra Spî efûyek giştî ji bo hemî leşkerên reviyayî yên di dema Şerê Viyetnamê de ragihand û siyasetek nû da destpêkirin ji bo parastina enerjiyê, çavdêriya bihayên enerjiyê û pêşvebirina teknolojiya nû.
Bi giştî serokê Amerîka di siyaseta xwe ya aştiyane ya di navbera Ereb û Îsraîlî de bi ser ket, di peymana Camp David de, peymanên Kanala Panama û qonaxa duyemîn a qedexekirina çekên stratejîk kar kir.
Her çend aboriya Amerîka di dema Jimmy Carter de xirab bû, wî ji bo çareseriyan xebatek dijwar dabû destpêkirin.
Di dema çar salên gera xwe de, wî jimareyek qanûn îmze kirin ku du wezaretên nû ava kirin; Wezareta Enerjiyê û Wezareta Perwerdê.
Hin bûyerên giring di serdema du salên dawî yên Carter de rûdan, ji wan Şoreşa Nîkaragûayê, êrîşa Sovyetê ya Efxanistanê, Şoreşa Îslamî ya Îranê û kirîza rehîneyan a Amerîkayê û herwiha krîza petrolê ya sala 1979an.
Dagirkirina Afganîstanê Şerê Sar ber bi asteke bilindtir ve bir, ambargoya genim li ser Sovyetê hate sepandin û di asteke berfireh de biryara boykotkirina Olîmpiyadên Havînê yên sala 1980-an li Moskowê hat dayîn.
Carter û Mondale di sala 1980'an de ji nû ve hatin hilbijartin, di hilbijartinên seretayî de Senator Ted Kennedy têk birin û di Kongreya Demokratan de jî bû berendamê fermî yê Demokrat; Lê wan nekarî di hilbijartinên giştî de berb bijarên Komarî Ronald Reagan û George H. W. Bush têk bibin.
Piştî bidawîhatina dema wî ya çar salan; Jimmy Carter, Weqfa Carter ji bo Berfirehkirin û Pêşxistina Mafên Mirovan ava kir. Di vê navberê de ev xebat bû sedem ku Jimmy Carter Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2002'an werbigire.
Carter ji dema ku dest bi wezîfeyê kiriye, ji bo danûstandinên aştiyê, çavdêrîkirina hilbijartinan, û pêşvebirina hewildanên ji holê rakirina nexweşiyên veguhêz, serdana gelek welatan kir.
Carter di 'Habitat for Humanity' de, ku balê dikişîne ser xanî ji bo kesên hejar û kêm deramet rolek pêşengî hebû.
Vî Serokê Amerîka herwiha çend pirtûk jî nivîsandine, ji wan bîranînên siyasî û şîroveyên li ser kar û barên cîhanê û bûyerên cîhanê.
Du pirtûkên wî li ser krîza Îsraîl û Filistînê ne û pirtûkeke wî ya helbestan heye.
Jimmy Carter, Serokê 39an yê Amerîka bû, yekem serokê Amerîka ye ku temenê wî gihaye 100 saliyê, wî di di 29'ê Kanûna Pêşîn a 2024'an koça dawî kir.