Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê di Salek de 286 Jin Hatin kuştin


Komcivîna Federasyona Jinan li Amedê
Komcivîna Federasyona Jinan li Amedê

Federasyona Komeleyên Jinan bi hevkariya Baroya Amedê li ser rewşa tundûtujîya li dij Jinan li Tirkiyê, li bajarê Diyarbakir "Amedê" komcivinek lidarxistin.

Seroka Federasyonê, Canan Gullu da xuyakirin ku, li Tirkiyê di sala 2017'an de 286 jin hatine kuştin.

Xanim Canan, destnîşan kir ku, di destê dewletê de li ser tundûtujîya li dij jinê ti xebatek an lêkolînek çênebûye hemî zanyariyan ji rêxistinên sivil verdişêrin.

Wê da zanîn ku, di sala 2011'an de, li Tirkiyê jibo tundûtujîya li dij jinê kêm bibe, peymana Stembolê îmze kir bû, lê bi ti awayî şertên peymanê ne hatine bicî anîn.

Wê got, piştî hewla derbeya leşkerî ya 2016an, kuştina jinan pir zêde bûye jiber ku, bi hezaran polîs jikar hatin avêtin û nihe kadiroyên hêzên ewlekariyê yên ku taybet li ser mijara tundûtujîya li dij jinê hatibûn perwedrekirin nemane.

Seroka Federasyona Komeleyên Jinan diyar kir ku, mijara tundiya li ser jinê ne girêdayî ti partî an Îdyolojiyekê ye, ev pirsgirêk û mesleyek netewî ye.

Hêjayî gotinê ye k, Federasyon, rêxistineke navnetewî ye û li 16 welatan xebatan dike, 52 hezar û 500 endamên Federasyona Komeleyên Jinan hene.

Xecîcan Farqîn, Amed 28_04_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:19 0:00

XS
SM
MD
LG