Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jinên li Tirkîyê Dixwazin Hêza Xwe li Parlamentoya Xurt Bikin


Bi nêzîkbûna hilbijartinan, jinên li Tirkîyê dixwazin di qada sîyasetê de hebûna xwe xurt bikin û di daxuyanîyên wan de Peymana Stenbolê wek daxwaza herî girîng derdikeve pêş.

Komela Ezê Hilbijêrim (Ben Seçerim) li Enqerê civîneke berfireh bi pêşnamzetên partîyên sîyasî re çêkir.

Civîn bi tevahî ser pirsgirêkên jinan bû û beşdaran dîyar kir ku heke ew bibin parlamanter ewê berî her tiştî pirsgireka jinan bînin pêş meclîsê.

Armanca vê komelê ew e ku di nava partîyên sîyasî de dengê jinan bêtir derxîne pêş.

Rêvebira Komela Ezê Hilbijêrim Gizem Aslantepe ragihand ku li Tirkîyê her tişt li gor zilaman hatiye saz kirin, lê ewê bi yekbûn û hewildanên xwe jinan bêtir derxînin qada sîyasetê.

Sazîyeke din ya jinan jî Tora Parastina Jinê ye ku bawer dike jin di bin zext û tundîya zilam û dewletê de mane.

Rêvebira Tora Parastina Jinê, Bûse Uçer ji Dengê Amerîka re dibêje ku desthilatî bi tevahî mafên jinan paşguh dike, loma jî hewce ye opozîsyon di vê hilbijartinê de pirtir cîh bide jinan.

“Her du tifaq jî bi sozên xwe pirsgirêka jinan bi ti awayî çareser nakin. Divêm pêşî sedama tundîyê pêşî were vekolîn, lê ya rastî em gava li opozîsyonê dinêrin Hevpeymanîya Netew jî wek hevpeypanîya zilaman xuya dibe. Jibo çareserkirinê pirsgirêkên jinan tiştekî berbiçav pêşkêş nake.”

Platforma Jinê ya jibo Wekhevîyê jî dibêje ku armanca wê avakirina wekhevî ya navbera jin û mêran e.

Ev platform di vê hilbijartinê de hewil dide ku ser partîyên sîyasî givaştinê bike ku rengên jinan li parlamanê xurttir be.

Rêvebira platformê Gaye Erbatur dibêje ku di nav civakê de rêjeya jin û mêran % sedî 50 û 50 ye, lê rêjeya hebûna jinan ya nav sîyasetê kêmtir e.

“Em jin jî êdî naxwazin li meclîsê wek kêmanî bimînin. Loma jî gelek jin jibo pêşnamzetîyê serî li partîyên sîyasî dane û armanca me ew e ku di vê hilbijartinê de dengê jinan li parlamanê bi hêztir be.”

ED_04_07_2023_Jin_Hilbijartin
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00

XS
SM
MD
LG