Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meş Û Peyamên Jinên Kurd li Helebê Bo Bîranîna Jîna Emînî


Jinên Kurd li Helebê, Taxa Şêxmeqsûd
Jinên Kurd li Helebê, Taxa Şêxmeqsûd

HELEB - Bi sedan jinên taxa Şêxmeqsûd ya kurdnişîn li bajarê Helebê jibo bîranîna keça Kurd Jîna Emînî di salvegera yekê ya mirina wê de xwepêşandanek pêk anîn.

Di xwepêaşndanê de siloganên Jin, Jîyan, Azadî hatin bilind kirin, herwiha tundîya li dijî jinan û desthilatên rejîma Îslamî ya Îranê hate şermezar kirin ku sala par Jîna li ser destê polîsa wê rejîmê hatibû girtin, û dema di jêr çavan de bû jiyana xwe ji dest da.

Piştî mirina Jîna (Mahsa) Emînî bi hefte û mehan xwepêşandanên nerazî li îran û derveyî Îranê hatin berdewam kirin, Rêxisinên Mafên mirov didin diyar kirin ku di wan xwepêşandan de herî kêm 551 kes hatine kuştin û gelek kes hatin darve kirin.

Nehla Mustefa, Hevseroka Meclîsa Taxa Şêxmeqsûd di meşa Helebê de got "Li koderê jin bindest bin, li koderê jin bikevin di astengiyan de tê xwestin ku em piştgîriya wan bikin, ev şoriş şorişa me ye."

Herwiha Rojîyan Husên, Endama Navenda Jineolojî ya Helebê got "Di vê rojê de, salvegera yekemîn ya serhildana Jin, jiyan, Azadî de ku li Rojhilatê Kurdistanê pêşket, em ji vir ji taxa Şêxmeqsûd weke jinên kurd li Helebê, ji vir silavên xwe, berxwedaniya xwe ji wan re rê dikin".

Meş Û Peyamên Jinên Kurd li Helebeê di Salvegera Mirina Jîna Emînî de
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:58 0:00
XS
SM
MD
LG