Rêxistina Mafên Mirov Hengaw, îro Yekşemê ragihand ku jina kurd Frûzan Newcewan ya ji Ormîyê, bo beşê jinan ê girtîgeha navendî ya Ormîyê hatîye veguheztin.
Frûzan Newcewan (Îslamî), mamosteya Îngilîzî û blognivîsek navdar a ji Ormîyê ye, piştî temamkirina lêpirsînê li navendên ragirtinê yên hikûmetê, ji bo beşa jinan hat veguheztin.
Li gorî Kurdistan Human Rights Network, Frûzan Newcewan, mamosteya zimanê Îngilîzî û jina çalakvan a kurd li Ormîyê roja 13ê Gulanê hatbû binçavkirin.
Wê rêxistinê herwiha gotbû ku di rojên borî de jinek û 4 çalakvanên din yên kurd yên ji Ormîyê, Bukan, Îlam, û Pîranşehrê bê ku sedemekê nîşan bide, hatbûn girtin.
Li gorî raporek ku gihîştîye Hengawê, Frûzan Newcewan vê dawiyê bi rêya peywendiyeke telefonî ya kurt bi malbata xwe re veguheztina xwe bo beşa jinan a Girtîgeha Navendî ya Ormiyê ragihand.
Çavkanîyek agahdar ji Hengawê re got: "Tevî temambûna lêpirsîna destpêkê, şaxa lêpirsînê ya Dadgeha Giştî ya Ormiyê bi kefalet û berdana demkî ya Frûzan Newcewan razî nebûye û ferman daye ku girtina wê were dirêjkirin. Di dema girtina wê de, mafê wê yê dîtina parêzerekî û hevdîtinên rû bi rû bi malbatê re hatiye redkirin."
Heta niha, rayedarên ewlehî û dadwerîyê yên Ormîyê di derbarê sedemên girtina wê de, ti ravekirinek nedane.
Ji hejî gotinê ye ku desthilatdarên Komara Îslamî ya Îranê bi domdarî çalakvan û kesên siyasî, digire, dadgeh dike û di demên dawî de gelek kes bi sûcên sîxûrî û belavkirina gendeliyê li ser erdê ku tawanên herî giranin li Îranê, hatine darvekirin.