Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê di Nav Sê Mehên Dawî de 90 Jin Hatin Kuştin


Çalakiya Jinan li Enqerê
Çalakiya Jinan li Enqerê

Li Tirkiyê di nav sê mehên dawî de 9o jin ji alîyê zilaman ve hatin kuştin. Lê rêxistinên jinê radigîhînin ku bergirîyên ku dewletê di vî warî de girtîye ti feydekê li hemberî van kuştina nake.

Li gorî raporta Platforma Rawestandina Kuştina Jinan, bes di meha Hezîranê ya sala 2022’yan de 31 jin ji alîyê mêran ve hatine kuştun û 22 jîn jî mirên bi guman hatine. 18 jin bi çi sedemî hatine kuştin hîç dîyar nîne, 11 jin jî ji ber pirsgirêka berdanê hatine kuştin.

Dîsa di nav sedemên kuştinê de nexwastina li hev hatinê, zewacê, têkilîyê û her wekî din hicet cî digrin.

Di nav rêjeya kuştinê de rêjeya herî bilin ji alîyê mêr û hevjînên jinan ve sedan 32 kuştin pêk tê. Jinên ku tên kuştin %74 di malên xwe de û pirê wan jî bi çekên diteqe hatine kuştin.

Di mehên berê de jî ango di meha Gulana sala 2022’an de 35 jin ji alîyên mêran ve hatibûn kuştin û 16 jin jî mirî hatine dîtin. Di meha Avrêla 2022’an de jî 24 jin disa ji alîyên mêran ve hatine kuştin û 16 jin jî bi mirinên bi guman hatine dîtin.

Çalakiya Jinan li Enqerê
Çalakiya Jinan li Enqerê

Li gorî daneyên vê platformê di sala 2022’an de her roj ji yek jinê zedetir jin hatine kuştin. Bes di nav sê mehên dawî de jî 90 jin ji alîyê mêran ve hatine kuştin û 54 jin jî bi mirinên guman hatine dîtin.

Yekîneyek bi navê Serîlêdana Piştgirîya Jinan (KADES), ji alîyê Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ve hatîye damezirandin. Ev yekîne jî di derheqê jinan de pêzanînên ku dide ber hev diweşîne. Li gorî vê yekîneyê 3 mîlyon û 500 jin ji nivîsbarîya ku KADES’ê amede kirîye feyde girtine.

Li ser kuştina jinan Wezareta Navxweyî jî raportek weşand. Di vê raportê de tê dîyarkirin ku heta niha 98 hezar jinî tundîya ser xwe altaxî (îxbar) kirine û li ber vî jî di kuştina jinan de sedan 25 kêmbûnî çêbûye.

Lê rêxistinên jina vê yekê diderewînin û ew amaje dikin ku di kuştinê de kêmbûnî ti çênebûye. Platforma Rewestandina Kuştina Jinan vê yekê wiha rave dike:

“Wezareta Navxweyî hejmarê jinên ku tên kuştin xelet dide. Kîjan jin ji alîyê kê ve hatîye kuştin ewan hîç dîyar nake. Pêzanînên ku dide jî rast nînin.”

Raporta Enqerê 17 07 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:36 0:00
XS
SM
MD
LG