Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jinên li Amedê Derbarê Tundîya Ser Jinan Çi Dibêjin?


Di çarçoveya Roja Cîhanî ya Têkoşîna Dijî Tundîya Ser Jinan de, Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) hin çalakîyan li dar dixe. Yek ji wan, nîşandana fîlmên li ser jinan hatine amdekirin bû.

Me ji jinên ku beşdarî temaşekirina fîlm bibûn, pirsa rewşa jinan kir.

Nesrin dibêje ku Roja Tekoşîna Dijî Tundîya Ser Jinan girîng e, lê mixabin nikare pêşî li tundûtûjî bigire.

“Mêr, kêmahîyên xwe bi şîdete temam dike û sîstemên dewletan jî li ser hizra mêranîyê hatine ava kirin. Taybetî li welatên Rojhilata Navîn têgîştina ku şîdeta mêran ya li ser jinan normal dibîne, zêdetir e.”

Fadîle jî dibêje li welatên demokratîk de jî hîn tundîya li ser jinê dewam dike.

Ew bal dikşîne ser peyamên dawî yên Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ku di bernameyekê de şîretan li jinan kiribû da ku ji çar zêdetir zarokan çêkin.

Saliha jî destnîşan dike ku desthilat tundîya xwe li ser jinê dimeşîne û tundîya li ser jinê, di heman demê de tundîya ser civakê ye jî.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Neteweyên Yebuyî di sala 1999’an de, 25’ê Mijdarê wek Roja Cîhanî ya Têkoşîna Dijî Tundîya Ser Jinan îlan kiribû.

Ev roj jî hat bexşkirin bo her sê xwişkên Mirabel ku di sala 1960’an de li Komara Domînîk de bi şîdetê hatibûn kuştin.

KHF_11_23_2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:22 0:00

XS
SM
MD
LG