Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDPê li Enqerê Xebata Jibo Jinên Astengber Lidarxist


Endamên Meclîsa Jinê ya HDP’ê li Enqerê
Endamên Meclîsa Jinê ya HDP’ê li Enqerê

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li Enqerê Xebata Jinê ya Astengdaran lidarxist.

Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran di vê xebatgehê de li ser pirsgirêkên jinê yên astengber rawestîya. Başaran ragihandu ku li Tirkiyê mafên jinê bi tevahî tê binpêkirin, lê mafên jinên astengber pêtir têne binpêkirin.

Başaran di axaftina xwe de li ser lêkolînên ku di derheqê jinên asengber de hatine çêkirin jî rawestîya û da dîyarkirin ku di vî warî de demeke dirêje ku hîç statîstîkek nehatîya weşandin. Başaran ev yek wiha rexne kir, "Hîç derfetê astengberan yên jiyaneke azad û bi rûmet tunene. Mixabîn li welatê me di derheqê astengberan de jî demeke dirêje lêkolîn jî nehatine çêkirin. Di destpêka sala 2000 an de hin statîstîk hene herî dawî jî di sala 2002’yan de ji alîyê Desteya Statîstîka Tirkiyê (TUÎK) ve lêkolînek hatîy weşandin. Li gorî vê jî rêjeya astengberan li gorî tevahîya nifûsa Tirkiyê %12.29 e. Lê di derheqê hejmara jinan de jî hîç daneyek di destê me de nîne."

Başaran li ser helmetên HDP’ê yên ku li ser jinên astengdar hatine çêkirin jî rawestîya. Başaran dîyar kir ku ewan di meha Rêşemîyê 2001 an vir de xebatek “ji bo jina dad” birêve birine. Başaran di vî warî de jî xebatên xwe wiha amaje kiri:

“Di meha Şibatê vir de em helmetekê ji bo jinan dimeşînin. Em di vê helmeta xwe de bi gelek jinên astengber re hatin ba hev. Di van xebatên me de car din eşkere bû ku, bi giştî bivê nevê hemû astengber pirsgirêkan dijîn, lê jinên astengber pêtir rastî cîhêbûna tên. Nimûne jinek gava zarokeke/î astengber bîne dinyayê, nêrîna civakê yekser di vî warî de jinê sucdar dike. Ev yek jî jiyana jinê pêtir xirab dike.”

Berdevka Meclîsa Jinê Başaran li ser çareserîyên vê pirsgirêkê jî rawestîya. wê ev yek jî wiha derbirînî kir, "Em dikarin van hemû pirsgirêkên jinan û jinên astengdaran bi hevkarîya jinan ji holê rakin. Ev kêşe di serê me de hin kes dixwazin winda bikin, lê têkoşîn û hevkarîya jinê dikare vîya di rojevê de bigre û her gav bîne ziman. Di vî warî de carna kêmasîya me jî heye, lê emê vîya êdî ji bo xwe bikin mijareke sereke."

Meclîsa Jinê ya HDP xebatên xwe yên li ser jinên astengdaran dixwaze berfireh bike û li ser van mijaran jî hin çalakîyê aktîf dê bikin rojevê.

Raporta Enqerê 18 10 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:15 0:00

XS
SM
MD
LG