Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Platform: Di Îlona 2021an de li Tirkiyê 45 Jin Hatine Kuştin


Li gorî statîstîkên Platforma Rawestandina Kuştina Jinê li Tirkiyê di meha Îlona 2021an de 26 jin ji alîyê zilaman hatine kuştin û 19 jin jî bi şik mîrî hatine dîtin.

Rêxistinên jinê jibo ku pêşî li ber kuştina jina bihê girtin hişyarîyê didin desthilatê.

Platforma Rawestandina Kuştina Jinê di bîlançoya meha Îlonê de ragihand ku 45 jin hatine kuştin. Platformê bangî Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu jî kirin û daxwazên xwe wiha dîyar kirin:

“Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu berpirsê ewlehîya canê jinan e. Em dixwazin di vî warî de evê car din bidin bibîrxistin. Peymana Stenbolê ji merîyetê rakirin lê tundîya ser jinan her ku çû zêdetir bû.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî li parlementoyê di axaftina xwe ya grûpê de li ser tundî û kuştina jinan rawestîya.

Buldan ragihand ku ji alîyê desthilatê ve jinên ku tundî li ser wan tê çêkirin, jinên ku tên kuştin desthilatî hîç li ser mafê wan tev nagere, herî zêde mafê kiryaran diparêze. Buldan di vî warî de nêrînên xwe wiha anîn ziman:

“Yên ku kujerên jinê diparêzin, yên ku tecawuzkar û destdirîjîkaran serbest berdidin ev desthilatîye. Bi polîtîkayên bê cezakirinê dixwazin ku jina biçewsînin û dengê jina qut bikin. Ew bi van tevgerên xwe tundîya ser jinan jî didin rewakirin. Em vana hemûyan dibînin û şahedê wan in.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Buldan li ser bê darizandinê jî rawestîya. Buldan amaje kir ku li ber dada desthilatê kujer dil digirin. Buldan ev yek jî wiha ragihand:

“Yên ku li hemberî jinan suc dikin ew ji dada desthilatîyê wêrekiya xwe distînin. Ji bo ku ew wiha difikirin, çawa be emê sê, çar, pênc mehan di girtîgehê de rakevin û derkevin. Ev ewlehîya darizanina desthilatîyê dide wan. Li Konyayê endamekî tarîqatê li beranberî zarokan destdirêjî kir û qaş 62 sal ceza girt, lê li ber hincetekê serbest hate berdan. Dada desthilatê ev e.”

Rêxistinên jinê amaje dikin ku piştî betelakkirina Peymana Stenbolê li Tirkiyê tundîyên ser jina her ku çû zêde bû. Ew di nav gumaneke de ne û dibêjin heta mafên jinê bi dest bixin dê çalakîyê wan jî bidome.

Raporta Enqerê 13 10 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:55 0:00

XS
SM
MD
LG