Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîye Kuştina Jinan Zêde Dibe


Platforma Kadın Cinayetlerini Durduracağız Platformu (Emê Pêşîya Kuştina Jinan Bigirin/ KCDP) radigihîne ku li Tirkîye destdirêjîya seksî û tundîya dijî jinan pirtir dibe û di meha Cotmehê de herî kêm 34 jin hatine kuştin.

Seroka Platforma KCDP Gulsum Kav dibêje ku di rastîyê de hejmara qurbanîyên jin pirtir in jibe rku ew tenê ji kesên ku serlêdana wan kirine agahdar in.

“Bûyerên ku di medyayê de xuya bûne hatine civandin. Jinên rastî lêdanê tên û serlêdana ti deran nakin û di medyayê de nayên dîtin ji hene.”

KCDP di rapora xwe de dîyar dike ku 10 jin ji alîyê mêran ve hatin kuştin: 2 ji alîyê destgirtîyên xwe, 3 ji ji alîyê xizmên xwe, 2 ji alîyê destgirtîyên berê û yek jî ji alîyê birayê xwe ve hatine kuştin.

“Peymana Navnetewî ya Tekoşîna Tundîya Jinan heye ku Tirkîye jî ev peyman îmza kiriye. Lê, komîteya peymanê dîyar kir ku Tirkîye şertên vê peymanê baş bi cîh nayîne.”

Kav bal dikşîne ser qanûna jimara 6284 ya Parastina Malbatê û Pêşîgirtina Tundîya Dijî Jinê û dibêje ku ew qanûn bo parastina jinan erênî ye.

“Lê li Tirkîyê jiber ku ev qanûn rast nayên bi kar anîn, kuştina jînan mixabin zêde dibe. Pêzanînên dewletê ji vê yekê tînin ber çavan.”

MEB_11_09_2018_KCDP
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:21 0:00

XS
SM
MD
LG