Cuntaya leşkerî ya Nîjerê îro Pencşemê ragihand ku destlênedana dîplomatîk ya balyozê Fransa Sylvain Itte hatiye betal kirin û ferman dersînorkirina wî ya ji welêt hatîye dayîn.
Wezareta Derve ya Nîjerê di belgeyeke fermî de dîyar kir ku kartên dîplomatîk û vîzeya balyoz Itte û malbatên wî jî hatine betalkirin.
"Fransa Sylvain ji maf û parêzbendîya ku jiber statûya xwe ya wek karmendê dîplomatîk yê balyozxaneyê ve girêdayî ne, êdî nikare bikar bîne," Wezaretê got.
Wezareta Derve ya Fransa îro wek bersîv got ku cuntaya Nîjerê, "bi ti rengekî ne desthilatdar e" ku balyozê Fransa dersînor bike.
Cuntayê hefteya borî 48 demjimêr dabûn Balyozê Fransa Sylvain Itte ku wî welatî biterikîne. Dema hatibû dîyar kirin di 28’ê Tebaxê de bi dawî bû lê balyoz Itte Nîjer derneketibû.
Hikûmeta Fransa dibêje ku ew rêvebirên cuntaya leşkerî wek rêberên rewa yên Nîjerê nas nakin.
Serokê Fransa Emmanuel Macron roja Duşemê got ku wê daxwaza reberên cuntaya Nîjerê bi cîh neyînin û balyoz Itte ji wî welatî venekişînin.
Komeke leşkerên ji artêşa Nîjerê,di 26’ê Tîrmehê de bi darebeyeke leşkerî dest danîbû ser desthilatdarîya sivîl û serokê bijarti Mihemed Bazoum bi zorê ji kar d ûr xistibûn.
Parîs banga piştgirîya Bazoum dike ku dibêjê wê ji seroktîyê dev bernede û hevdem dibêje ku bo têkbirna cuntayê wê piştgirîyê bide hewlên bloka herêmî ya Afrîkaya Rojava ECOWAS.
ECOWAS dibêje ku ger hewilên dîplomatîk têk biçin, ew amade ye leşkeran bi cîh bike ku nîzama destûrî vegerîne.
Fransa, Nîjerê wek navenda operasyonên dijî serhildayên Îslamî li herêma Sahelê dixebitîne ku di deh salên borî de bi hezaran kes kuştin.
Hêjayî balkişandinê ye li Nîjerê ku nêzî 1500 leşkerên Fransî hene ku piştgirîya artêşa herêmî dikin;di operasyonên dijî serîrakirineke Îslamî li herêma Sahelê ku di deh salên borî de bi hezaran kes hatine kuştin.