Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jinping Dibêje Çîn bo Hevkarîya bi Amerîka re Hazir E


Serokê Çînê Xi Jinping berî civîna onlayn ya bi hevtayê wî yê Amerîkî Joe Biden re peyamên nermrê belav kirin.

Jinping dîyar kir ku Çîn hazir e ku cudahîyên bi Amerîka re rake.

Balyozê Çînê yê li Amerîka Qin Gang di merasîma Komîteya Neteweyî de, ku li Washingtonê li dar ket, nameya Jinping xwend.

Jinping di nameyê de dide zanîn ku Çîn hazir e ku bi Amerîka re ser mijarên herêmî û cîhanî hevkarîyê bike.

Çaverê ye ku civîna onlayn ya Jinping û Biden di demeke kin de li dar keve, lê dem hîn dîyar nebûye.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar dike ku civîn dê di hefteya pêş de çêbe.

XS
SM
MD
LG