Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarê Çînê Xi Jinping Beşdarî Hilcivîna Îqlimê ya Biden Dibe


Jinping û Biden, 2015
Jinping û Biden, 2015

Serokomarê Çînê Xi Jinping dê roja Pêncşemê di hilcivîna îqlimê de biaxife.

Berdevikê Wezareta Derve ya Çînê Hua Chunying bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku Xi Jinping dê di hilcivînê de ‘’axaftineke girîng’’ bike.

Serokê Amerîka Joe Biden 40 rêberên cîhanê bo hilcivîna onlayn vexwendibûn ku Jinping yek ji wan bû.

Bi beşdarîya Xi Jinping, ew û Biden yê di Rêbendanê dest bi seroktîyê kiribû dê cara pêşî rastî hevdu werin.

Xêncî Jinping, Serokwezîrê Hîndistanê Narendra Modi, Serokomarê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî bo hilcivînê vexwendî ne.

Biden bi hilcivîna îqlimê dixwaze Amerîka dîsa vegerîna ser pêşengîya cîhanê ku pisporên sîyasetê dibêjin ku Serokê berê Donald Trump, Washington ji pêşengîyê dûr xistibû.

Serok Biden gava dest dest bi seroktîyê kiribû tavilê Amerîka jinûve xistibû Peymana Îqlimê ya Parîsê û dîyar kiribû ku Washington dê bi têkoşîna bo îqlimê rêberîyê bike.

XS
SM
MD
LG