Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jinping: Çîn Hewil Dide 2 Mîlyar Doz Vaksîn Bişîne Welatên Derve


Serokê Çînê Xi Jinping dîyar kir ku ew dê di sala 2021’an de 2 mîlyar doz vaksînên vîrusa korona bişînin welatên din.

Jinping, di peyameke nivîskî de dîyar kir ku Çîn dê bo COVAX’ê, ku bo belavkirina vaksînan planeke navneteweyî ye, 100 mîlyon dolar bibexşîne.

Wezareta Derve ya Çînê dide zanîn ku wan heta niha ji welatên din re pirtir ji 770 mîlyon doz vaksîn şandine.

CEO’yê Sinovac Biotech’ê Yin Weidong roja Pêncşemê da zanîn ku wan bi 20 dewletan re ser 900 mîlyon doz vaksîn li hev kiriye.

Yin dîyar kir ku hevkarên wan yên li Endonezya, Brezîlya, Tirkîye, Malezya û Misirê jî dê bo çêkirina vaksînan arikarîyê bikin, lê neda zanîn ku ew dê heta kînga hazir bibin.

Wî da zanîn ku ew dê bo vaksînên wan yên taybet yên bo cureyên Delta û Gama jî dest bi ceribandinên klînîk û serlêdanê bikn.

XS
SM
MD
LG