Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jinping Piştî Belavbûna Vîrusa Korona Cara Pêşî Serdana Wuhanê Kir


Serokê Çînê Xi Jinping serdana Wuhan ya wek navenda vîrusa korona tê zanîn kir.

Jinping piştî belavbûna vîrusa korona cara pêşî çû Wuhan ya li eyaleta Hubei.

Medya Çînê ragihand ku Jinping li Wuhanê bi karbidestên saxlemîyê re kom bûye û tedbîrên dijî belavbûna vîrusa korona kontrol kirine.

Li gor daneyên berpirsên saxlemîyê yên Çînê, vîrusa korona li wî welatî ketiye canê 80754 kesan û 3136 kes kuştine.

Vîrusa korona di meha Berfanbarê de li Wuhanê derketibû û derbazî dewletên din bûbû.

Dane nîşan didin ku hejmara pêketîyên vîrusa korona yên li wê herêmê li gor hefteyên borî daketiye.

XS
SM
MD
LG