Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doza JİTEMê ya Dargeçit 'Kerboran' di Rojeva Dadgeriya Tirkiyê de


Doza JÎTEMê li ya Kerboranê li Tirkiyê

Doza JİTEMê ya Dargeçit (Kerboran) carek din hate paşxistin. Doza ku li ser kuştina 7 gundîyan û leşkerekî ku berî heft sal pêkhatbû, fermandarên cendiremeyan û qorîcî jî di nav de 18 kes tên dadgeh kirin.

Rûniştina 23êmîn jî bê Encam Bidawî Bû

Evuqatê malbatên gundîyên Kurd, Erdal Kuzu ye, wî got ''Heft sal in doz didome, salê carekê heyet tê guhertin. Proseya dozê jibo malbatan vegûherîye zilmê. Bi guhertina heyetan dixwazin ev doz bê ceza bi encam bibe.''

Çi Bibû?

1995'î de, li Kerboranê (Dargeçît) 2 mamosta û qorîcîyek ji aliyê endamên PKKê hatin kuştin. Piştî vê bûyerê, 3 zarok, 7 sivîl, di operasyonek de hatin desteserkirin bi tawana ku piştgirîya PKKê kirine. Gundîyên desteserkirî birine Navenda Cendirmeyan ya li Kerboranê. Lê ji wê rojê û şûnda ji gundîyan tu pêzanînek nayê girtin.

Li gorî îddîanameya dozê, li ser îfadeyên xizmên wundahiyan leşkerek, bi telefonê xeberê dide malbata Suleyman Seyhan û dibêje meytê wî avêtine bîreke û ciyê bîrê ji wan re dibêje. Di bîra destnîşankirî de meytê Suleyman hate dîtin ku gelek şopên işkencê li ser laşê wî hebûye, serê wî jî jêkirî bûye.

Piştî wê telefonê ew leşker jî bêserûber çû ku navê wî Bilal Batirir bû. Li ser îdiaya gundîyan ku di nav dosyeya dozê de hatiye îfadekirin, leşker Bîlal Batirir, jiber wê telefonê hatîye kuştin û meytê wî di qalîrofera leşkerîyê de hatîye kuştin.

Di sala 2009an de malbatên wundayan fermandarên cendiremeyan gilî kirin. Lêpirsîna wundakirina 7 gundî û leşkerek carek din destpêkir.

Di salên 2012 - 2013î de li deverê dest bi kolandina hin deveran kirin û di nav du salan de hestiyê 4 gundîyên din jî dîtin ku di nav wan de 2 zarok jî hebûn.

Lêpirsîn di 19 salan de temam bû, di sala 2014an de doz li fermandarê Cendirmeyan d yê herema Mêrdînê Hurşît İmren û fermandarên navçeya Kerboranê vebû. 18 leşker û qorîcî ji kuştina 7 gundî û leşkerek wunda tên dadgehkirin.

Doz Jiber Sedemên Ewlehîyê ji Mêrdînê Veguestin Semsûrê

Ev doz, di raya giştî de weke Doza JİTEMê ya Dargeçîtê tê naskirin. Ji kuştina wan 8 kesan rêxistina tarî ya JİTEMê berpirs tê dîtin lê dewlet û leşkeri jî hebûna JİTEMê qebûl nakin.

Heta niha tu biryarek ji doza heft salan nehatiye dayîn û runiştina du meh berê de dozger xwest hemî gumanbar bê sûc ragihînin.

Runiştina 23emîn Roja Duşemê Hat Dîtin

Malbatên wundayan dixwazin hemî gumanbar bên cezakirin lê gumanbarê sereke, fermandar Hurşit İmren, ku di rûniştina dawî de bi rêya internetê beşdar bû got ew nizane ku çi bi serê gundîyan hatîye û bê sûce, beraata xwe dixwaze.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:25 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG