Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Soz Dide Ku "Serokê Yekgirtinê Be Ne Yê Dabeşkirinê"


Di yekemîn peyva xwe da piştî kenalên navdar yên Amerîka ragihandî ku di hilbijartinan de serkeftîye, Joe Biden serokê çaverêkirî yê Amerîka, li Wilmington, li eyaleta Delaware êvariya Şemiyê peyvek pêşkeş kir û di peyva xwe da soz da ku serokê yekgirtinê be ne yê dabeşkirinê.

Biden got"Amerîkyan serkeftina bi bawerî gihand", û tekez li ser wê yekê kir ku ji îro û wêve "Wîlayetên şîn û sor nayên dîtin tenê dê Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîka be."

Biden got gel serkeftinek bawerpêkirî bidest xistîye û ragihandîye"me piraniya dengên hilbijartinan bidest xistine di hilbijartinên serokatiya Aemrîka da, em dibînîn li hemû bajar û li hemû cîhanî dilşadî heye, hest bi nefis biçûkîyê dikim jibo wê baweriya we daye min."

Herwiha got"Ez lê mêze nakim, ev eyalete şîne yan sore, ezê weke elyaletên yekbûyî yên Amerîka li wan mêze bikin."

Di beşek din yê axiftina xwe da Biden got"Dem hatiye ku gotara tund nemîne û em pêşkeftinê bidest bixin, jibo bidest xistina wê jî divê em rikeberê xwe weke dojmin nebînîn, ew jî Amerîkîne..Dem hatiye birînên Amerîka bihên derman kirin."

Biden sopasiya malbata xwe jî kir, bi taybet hevjîna xwe Jill Biden, ya ku weke profesora zanîngehê dersan dide, xwediya bawernama doktorayê ye di perwerdê de û got"Ev rojek mezin, ya mamosteyane li Amerîka, Jill dê bibe Xanima yekê ya jêhatî û ez bi wê serbilind im."

Di beşekî din yê axiftina xwe da Biden bal kişand ser pandemiya vîrusa korona û çawaniya pêşîgirtina pandemiyê û got "Em bi hêza çakxwazan, dadwerî û hêvîxwaziyê şerekî herî mezin di jiyana xwe da dikîn…Şerê li dij vîrusa korona û berdest kirina çavdêrîya tendirustî bo zarokên we, şerê serkeftin biser nijadperistiyê û bervanî kirin ji klîma û erdê û berevanî kirin ji çakxwaziyê."

Biden Herwiha got "Divê em xwena welat bigehînîn hemûyan, Amerîka di hin xalên nakok da derbaz dibe, me biryar girtîye ku em dixwazin em çi bin.. Em niha li hember xala veguhastinê ne, delîve bo avakirina welat heye, ez li ser vegerandina giyan û riha Amerîka dixaiv im."

Biden bal kişand ser beşdarên kempeyan hilbiajrtinan û sopasiyên xwe pêşkeşî wan hemû kesên beşdarî di kempeynê û yên ku bidlxwazî kar kirine kirin, bi taybet wan dayikên ji gundan yên ku di kempeynê da beşdarbûne û Amerîkiyên ji esil Afrîqî yên ku li kêleka wî rawestabûn alîkarî dane wî û got "Me dixwest ev kempeyne nûnertiya Amerîka bike û em tam weke wê bin, me ew birastî kir û bidest xist."

Îro kenal û torên mezin yên Mediya Amerîkî Joe biden weke serkeftiyê hilbijartinên serokatiya Amerîka yên 2020ê ragihand bû û weke serokê çaverêkirî yê Amerîka dabû nasîn.

Serok Trump serkeftina Joe Biden red kir û di twîteke xwe da got"di hilbijartinan da, ez biserkeftim û min 71 mîlyon dengên yasayî bidest xistin. Tiştên gelek xerab rûdan, nehiştin çavdêrên me wan bibînin."

Serokê berê yê Amerîka Barack Obama jî di twîtekê da serkeftina Joe Biden pîroz dike û dinivîse"We pîroz dikim hevalên min Joe Biden serokê çaverêkirî û Kamala Harris Cîgira serok."

Herwiha Malpera Navenda Nûçeyan ya dengê Amerîka û twîtera Dengê Amerîka dinivîse ku berpirsên Ewrupî piştî çend rojan ji bêdengiyê, roja şemiyê piştî derketina encamên Pennsylvaniya pîrozbahiyên xwe pêşkeşî Joe Biden kirin weke serokê çaverêkirî yê Amerîka, di nava kesên pîrozbahî dane Biden Serokwezîrê Birîtanya Boris Johnson Serok Hikûmeta Almanya Angela Merkel hebûn.

Joe Biden yê ku tê çaverê kirin serokê dahatî yê Amerîka be di weke siyestvanek di asta bilind de li Washington tê naskirin û nîv sedeye xizmetê dike û 36 salan di civata sentoran da kar kirîye û bûye cîgirê serokê Amerîka Barack Obama, tê çaverê kirin ku roja 20ê meha yek 2021ê sûnda serokatiyê bixwe, piştî ku dozên li ser encaman hatîn vekirin û ji aliyê komariyan ve pêşkeşî dadgehan kirine tên zelal kirin û encamên fermî tên ragihandin.

XS
SM
MD
LG