Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dilxwazê YPGê yê Brîtanî Robinson Hate Berdan


Dadgeheke Tirkî îro derheqa dilxwazê berê yê YPG’ê yê Brîtanî Joe Robinson biryara berdana bi kefaletê da û dibe ku ew îro ji zindanê were azad kirin.

Bavê Joe, Mark Robinson got ku ew bi berdana kurê xwe pir kêfxweş in û çavê wan li rê ye ku Joe bibînin.

Joe pênc meh berê, ligel dergustî û xwesîya xwe hatibû girtin û bi endamtîya rêxistineke terorîst hatibû sucdar kirin.

Joe tev li YPG’ê bûbû û wek endamê tîma saxlemî xizmet kiribû, lê ji hêla Tirkîyê ve, wek terorîst hatibû darizandin.

XS
SM
MD
LG