Roja Şemiyê berpirsekî Îranê yê di asta bilind de, da zanîn ku, dojminkarîya serokê Amerîka Donald Trump tê wateya ku divê Îran têkliyên xwe bi Rûsya û Çînê re xûrt bike.
Alaeddîn Boroucerdî berpirsê Komîta karên derve ya parlamena Îranê got"bikar anîna alavên radîkal li dij Komara Îslamî ya Îranê, didin xûyakirin ku Amerîka dixwaze givaştinên ser Îranê zêde bike".
Axiftinên Alaeddîn Boroucerdî bo ajansa ISNA ya nîv-fermî, reaksiyona yekê ya Îranê bû, piştî destnîşankirina John Bolton kesatiyê mihafizkar weke şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Amerîka,
Ev daxûyaniya berpirsê Îranê wî çaxî hat piştî ku serok Donald Trump Mike Pompeo weke wezîrê derve yê Amerîka û John Bolton weke Şêwirmendê Ewlekariya Netewî destnîşan kirîn, ew tirs heye ku wezîfedar kirina wan bibe sedemê êrîşên leşkerî li dij Îranê.
John Bolton balyozê berê yê Amerîka li Netewên Yekbûyî û piştevanê herî li pêş yê êrîşên ser Îraqê bû li sala 2003an, bo ji nav birina rejîma Sedam Husên, herwiha piştevanê serok Trump yê nehêlana pêkhatina navokî ya li gel Îranê ya sala 2015an de ye. John Bolton dîsan piştevanê guherandina rejîma Tehranê ye, wî di sala 2015an de di nivîseka xwe de got bû " tenê êrîşên leşkerî dikarin…tiştê tê xwestin bi cî bînin".
Berpirsê Îranê ji aliyê xwe ve got "Pêwîstiya Îranê bi xûrt kirina têkliyên li gel Çîn û Rûsya heye, yên ku ew jî rastî givaştinên sizayên abûrî yên Amerîka hatine", herwiha dibêje, jiber ku Rûsya û Çîn xwediyên mafê Veto ne di Civata Ewlekariya NY de, ew dê alîkar bin ku bandora givaştinên Amerîka kêm bike".