Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bolton: Guhertina Rêjîma Îranê Ne Siyaseta Rêvebiriya Trump e


John Bolton
John Bolton

Rawêjkarê Ewlekariya Niştimanî ya Koşka Sipî John Bolton îro Yekşemê got guhertina rêjîma Îranê ne di siyaseta niha ya rêveberiya Trump de ye.

Bolton berê pêşniyar kiribû ku hikûmeta Amerîkî divê kar bike ji bo guhertina rêjîma Îranê.

Bolton li ser tilfizyona ABC got:

“Ev ne siyaseta rêveberiyê ye. Siyaseta rêveberiyê ewe ku piştrast bike Îran qet nêzîkî duristkirina çekên navokî nebe.”

Boltonê ku Trump ew di meha Adarê de li şuna McMaster wek rawêjkarê ewlekariya niştimanî binav kir, di hevdîtinekê de li ser CNN got karê wî ewe ku rawêjkariyê ji serok re bike lê dayîna biryaran ne karê wî ye belê ew karê serok Donald Trump e.

XS
SM
MD
LG