Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyvdarê Pentagonê Kirby Ji Bo Posteka Koşka Spî Tê Destnîşankirin


John Kirby
John Kirby

Rêveberiya Biden roja Înê ragihand ku peyvdarê Pentagonê John Kirby dê tevlî Civata Ewlekariya Netewî bibe wek kordînatorê pêwendiyên stratejîk.

Koşka Spî di daxuyaniyekê de got ku rola nû ya Kirby, admîralê xanenişîn, dê bibe "hewldanên nava ajansan ji bo ravekirina siyaseta Amerîka û dê wekî dengekî rêveberiya payebilind di mijarên têkildar de xizmetê bike."

Serok Joe Biden di daxuyaniyê de got: "John tevliheviyên siyaseta derve û berevaniyê ya Amerîka tê digihe, û ewê di mijarên girîng ên ewlehiya netewî de nûnertiya rêvebiriyê bike."

Kirby karbidestekî karûbarê giştî yê kevnar e, ku di karên cuda de li Pentagon û Wezareta Derve ya Amerîkî de kar kiriye, nemaze wekî peyvdarê paşîn di dema rêveberiya Obama de.

Ew di dema serokatiya Donald Trump de wekî şîrovekarê karûbarên leşkerî û dîplomatîk di CNN de xebitî.

Kirby di nava rêveberiya Biden de ji dema êrîşa Rûsya li ser Ukraynayê di Şibatê de, bi daxuyaniyên xwe yên rojane yên çapemeniyê, yên ku zindî dihatin weşandin, navdar bû.

Wezîrê berevaniyê Lloyd Austin, di daxuyaniyekê de got, “Kesekî din ku wekî wî pêwendiyan baş bike nîne.”

Civata Ewlekariya Netewî li ser siyaseta derve şîretan li serokê Amerîkayê dike.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG