Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Behî Û Rêzgirtina Senator û Qehremanê Cengê John McCain


Mirina Senator John McCain

Behîya Senatorê navdarê Amerîkî John MaCain, dê li eyaleta Arizona û Washington D.C ya paytext pêk bê.

Destpêka merasîmên rêz û hurmet girtina McCain dê li Phoenix paytexta eyaleta Arizona bên kirin, roja Çarşem, kû dê bibe roja ji dayik bûna wî ya 82an. Ji bilî kes û kar û dostên wî, xelkê eyaleta Arizona dê derfet hebe, rêz û hurmetê li wî û xizmeta wî bigrin.

Salekê piştî şerek dijwar digel Şêrpenceya Mejî, McCain li roja Şemiyê di jiyê 81 saliyê de wexera dawî kir.

Li Washington a Paytext, kû alayên Amerîkî heta nîvê hatin daxistin, termê McCain, dê li hola Kongiresê li roja Înê bêt danîn û xelkê giştî dê delîve hebe silava dawiyê bidin ser giyanê wî û rêz û hurmetê li wî bigrin.

Behiya dawî dê li roja Şemiyê be li Cathedral Niştimaîta ya Washington be û Serokê berê George Bush û Barak Obama dê gûtaran bixîn in.

Termê McCain, li ser daxwaza wî, dê li Goristana Academy a Hêzên Deryayî yên Amerîka bê veşartin, li eyaleta Maryland.

XS
SM
MD
LG