Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sînatorê Amerîkî John McCain Koça Dawî Dike


Piştî rûbirûbûneka giran dijî pençeşêra mejî, sînatorê Amerîkî John McCain roja Şemiyê di temenê 81 salî de koça dawî kir.

Hevjîna wî, Cindy, di twitekê de got:

“Dilê min şikestiye. I bextewer bûm ku ez bi hezkirin 38 salan li gel vî mêrê mezin bûm. Wî bi awayê xwe, li nêzîkî hezkiriyên xwe, û li cihê ku wî jê hez kirî koça dawî kir.”

Keça wî Meghan, ku yek ji pênc zarokê wî ye, wê jî li ser Twiterê got, “ ez di dawiya jiyana bavê xwe de li gel wî bûm, wek ku ew di destpêka jiyana min de li gel min bû.”

Meghan got:

“Di 33 salên me yên hevbeş de, wî ez xwedî kirim, fêr kirim, durust kirim, rihet kirim, û piştgiriya min di her tiştî de kir. Wî ji min hez kir û min ji wî hez kir. Wî ez fêr kirim çawa bijîm. Bi hezkirin û miqayitbûna xwe, wî ez ji keçekê biçûk kirim jinekê û ji min re nîşan da çawa yek dikare bibe mêr.”

McCain, rizgarbûyê zîndanê di şerê Vêtnamê de, di sala 2008an de bû kandîdê partiya komariyan ê serokatiya Amerîka.

XS
SM
MD
LG